12:14:46
Rojava News: Li Rojava hêzên YPGê û asayîşê bi dehan endamên partiyên siyasî desteser kirin. Li Kobaniyê 10 û li Efrînê jî Endamê Serkirdetiya ENKSê Ebdurehman Apo jî di nav de bi dehan kes de desteser kirin.
Hêzên Biêveberiya Xweser li Qamişlo, Dêrik, Dirbesiyê û Serêkaniyê girt ser nivîsîngehên partiyên siyasî.
Li gorî zanyariyan, di van bûyeran de nivîsîngeh hatine şewitandin û têkbirin. Herwiha 20 endamên ENKS û PDK-Sê ji aliyên êrişkaran ve hatine desteserkirin.
Hêzên asayîşa PYDê û YPGê li Serêkaniyê gef li endamên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) xwarine û ji wan xwestiye ku dest ji partiyên xwe berdin. Herwiha li gelek deveran jî PYDê bang li alîgirên xwe kiriye da ku li dijî PDK û pêşmergeyan xwenîşandanan bikin.
