10:52:16 PM
RojavaNews: Serokê Amerîkyê Donald Trump ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyek şand û tê de ragihand, ku ew dikarin bi hev re astengiyan li pişt xwe bihêlin û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzin.
Donald Trump Serokê Amerîka, di nameyekê de ji bo Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser hevkarî û şeraketa di navbera herdû aliyan de kiriye û ragihandiye ku ew dikarin bi hevbeşî bi ser astengan da zal bibin.
Di vê nameyê de, Serokê Amerîka spasî Serok Barzanî kiriye ku piştî hilbijartina wî wek wek Serokê Amerîka Serok Barzanî nameya pîrozbahiyê jê re şandiye.
Trump tekez kiriye ku her çiqasî astengiyên zêde li ser rêya Amerîka û Herêma Kurdistanê hene, lê belê ew dikarin bi hevbeşî astengan li pişt xwe bihêlin û berjewendiyên xwe yên hevbeş biparêzin û aştî û aramî û geşbûnê peyda bikin.
