Piştî şerê Xanesorê Asayişa PYDê gelek endamên ENKSê girtin!

Piştî şerê Xanesorê Asayişa PYDê gelek endamên ENKSê girtin!

12:35:31

 

Rojava News: Bûyera ku li Xanesora Şingalê di navbera Pêşmergeyên Rojava û Yekîneyên Berevabiya Şingalê (YBŞ) a ser bi PKKê ve derketibû, li Rojavayê Kurdistanê bû sedema karvedaneke neyênî. Asayîşa Rêveberiya xweser bi dehan endamên partiyên ENKSê desteser kirin.

Serkirdeyekî ENKSê dibêje ku ev kiryar nîşana wê yekê ne ku Rêveberiya Xweser li ser hemû astên siyasî û pratîkî têk çûye. Sekreterê Partiya Çepa Demokrat Salih Gedo bi tûndî helmeta girtina endamên ENKSê şermezar dike.

Şer û pevçûnên ku li Xanesora Şingalê yên di navbera Pêşmergeyên Rojava û YBŞ yên ser bi PKKê ve rû dabûn bandorek neyênî li Rojavayê Kurdistanê kirin.

Piştî bûyerê, bêtirî 30 Endamên ENKSê ji aliyên hezên Rêvberiya Xweser ve hatine binçavkirin û hilmeta girtinê hîn berdewam e.

Endama Emîndariya Giştî ya ENKSê Narîn Mitînî dibêje ku girtina hevalên wan û êrîşên li ser ofîsên wan nîşana wê yekê ye ku Rêvberiya Xweser li ser hemû astên siyasî û praktîkî têk çûye.

Sekreterê Partiya Çepa Demokrat Salih Gedo jî bi tundî hilmeta girtina endamên ENKSê û êrîşên li ser ofîsên partiyên wê şermezar dike, bi gotina wî ev kiryarên wisa nakokiyan gurtir dikin.

Serkirdeyekî Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûriyê  nerazîbûna xwe derbarê hilmeta girtin û êrîşên aligirên PYDê bi ser ofîsên partiyên ENKSê de nîşan da, û sivikatiya bi ala Kurdistanê û wêneyên sembolên Kurdan şermezar kir û heriwha ji hêzên asayîşê xwest ku yasayên xwe bi cî bînin û rê li pêş têkçûna aramiya Rojavayê Kurdistanê bigrin.

Di nav hersê rojên borî de, Asayişa Rêveberiya Xweser bi hilmeteke girtinê rabûye û nêzîk 30 endamên partiyên ENKSê girtine, ku cihê hin ji wan heta niha ne diyar e.