Li Hewlêrê kongreya navnetewî ya Êzîdî û Mesîhiyan

Li Hewlêrê kongreya navnetewî ya Êzîdî û Mesîhiyan

Rojava News: Li Hewlêrê derbarê êzîdî û mesîhiyên li Iraqê dijîn kongereyekî navnetewî tê li dar xistin.

 

 

 

Di kongreyê de pirsgirêkên êzîdî û mesîhiyan dê bên gotûbêj kirin û ji 32 welatên cuda nûner dê tevlî kongreyê bibin. Herwiha kongre ya ku îro destpêkir dê 2 roja bidome.

 

 

 

Hat zanîn ku kongre bi hewldanên Kamil Zoyama ku mesîhî ye û Heso Hurme ew jî êzîdî ye tê lidarxistin.

 

 

 

Gelek siyasetmedarên Herêma Kurdistanê jî tevlî kongreye bibin lê ji ber ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Almanyayê ne dê beşdarî wê kongreyê nebin.