Bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne Kobanê

Bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne Kobanê

Rojava News: Xelkê Kobanê tevî ku ti pêdiviyê jiyanê lê nînin, dest bi vegera bajarê xwe kirin û heta niha bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne.

Kobanê piraniya xwê têk çûye û jiyan tê de nemaye, ji bilî vê yekê jî ti pêdiviyê jiyanê tê da nînin weke xwarin û vexwarin û karebayê, ji ber ku heta niha şer li dewrûberê Kobanê berdewam e, lê belê tevî vê yekê jî rojane gelek xelk hene vedgerin ser mal û mulkên xwe.

Piştî azadkirina kobanê heta niha bêtirî 2 hezar malbat vegeriya ne nav kobanê û rojane jî xelk vedgerin.