Rojava News: Li Deşta Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê, balafirên şer li çekdarên DAIŞê dan, di encamê de herî kêm 29 çekdar hatin kuştin.
Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî daxuyandiye ku, şevêdin balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman li nêzîkî gundê Sultan Ebdullahê yê Mexmûrê karwanekê DAIŞê dane ber bombeyan.
Sîrwan Barzanî da zanîn, di encamê de 3 otomobîlên DAIŞê hatin rûxandin û 29 çekdar jî hatin kuştin.
Gundê Sultan Ebdullah, gundekî ereban e û li bintara bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ye. Çekdarên DAIŞê li bakurê rojavayê wî gundî ne ku 2 km dûrî çemê Dîcle ne.
