Rojava News: Li Efrînê ji girtiyan re lêborîna giştî hate derxistin.
Biryar e girtiyên siyasî jî ku di zîndanên Efrînê yê bi ser PYDê ve ne vê bên berdan.
Niha hin girtiyên PDK-Sê di zîndanê de ne, wek Siyamend Birîm, Biyazîd Mamo, Şukrî Bekir û Ehmed Sîdo.
Heya niha çarenivîsa endamên PDK-Sê li Efrînê, Mehmûd Korîş û Lezgîn Berekat, ku bêtirî 2 mehan bi ser revandina wan de derbas bûye, nediyar e.
Her wiha zêdetirî sal û nîvekê ye endamê PDK-Sê parêzer Idrîs Elo jî hatiye revandin û heya niha çarenivîsa wî nediyar e.
Nêzîkî 40 endamên El-Partî (niha bûye PDK-S) li Efrînê bi tohmeta ku destê wan di teqînan de heye, hatibûn girtin û ji aliyê “Dadgeha Gel” ve bi 10 salan cezayê girtinê hatibûn mehkûmkirin.
