Serfermanderê Artêşa Îtalyayê tê Hewlêrê

Serfermanderê Artêşa Îtalyayê tê Hewlêrê

Rojava News: Serfermanderê Artêşa Îtalyayê wê îro serdana Hewlêrê bike û jibilî pêkanîna çend hevdîtin û civînan, ewê ligel wan efserên îtalî bicive ku niha li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan perwerde dikin.


Tê payinkirin ku, Serfermanderê Artêşa Îtalya dê serdana Wezareta Pêşmerge û wan efseran bike ku li Hewlêrê perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge, herwiha wê ligel çend rayedarên Başûrê Kurdistanê jî bicive.


Berî niha Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi, Serfermanderê Îtalya û çend rayedarên din ên wî welatî serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn.