Barzanî: Bexda dixwaze nakokiyan derbixe

Barzanî: Bexda dixwaze nakokiyan derbixe

Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku Hikûmeta Bexdayê dixwaze nakokiyan di nava rêkeftina Bexda û Hewlêrê de derbixe.

 

 Barzanî got ku ew amade ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan  her roj biçe Bexdayê û da zanîn ew dê roja yekşemê jî serdana Bexdayê bike.

 

Barzanî piştî serdana xwe ya bo Îmaratê, îro vegeriya Başûrê Kurdistanê.

 

Ji aliyê din ve jî Hikûmeta Bexdayê dibêje ku Başûrê Kurdistanê li gorî daxwaza xwe hewl dide ne li gorî rêkeftine û ew jî ji ber vê yekê bûdçeya wan neşîne.

 

Rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê heyva Berfenbara par piştî ku gotûbêjen 3 rojan dom kirin di mijara petrol ş bûdçeyê de  lihev kiribûn.

 

Herwiha Nurî Malîkî û hin rayedarên Bloka Dewleta Qanunî ya di bin rêveberiya wî de dixwazin rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê têkbirin.