Rojava News: Hêzên Pêşmerge yên li Kobanî di şerê DAIŞê de piştevaniya şervanên Kurd dikin, ji bo ku zêdetir li wir bimînin, li benda fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî ne.
Li gorî biryara Parlamentoya Kurdistanê, hêzên Pêşmerge yên ku li Kobanî piştevaniya Hêzên Kurdî dikin, dê sê mehan bimînin lê sê mehên hêzên Pêşmerge xilas bûye hîn jî ew li Kobanî ne û di şerê DAIŞê de piştevaniya YPGê dikin.
Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî li ser vê yekê got, me wisa dizanîbû ku Pêşmerge dê sê mehan li Kobanî bimîne lê sê meh xilas bûne em li benda fermana Serok Barzanî ne.
Muslih Zêbarî diyar kir ku ew amade ne sê mehên din jî li Kobanî bimînin û tevahiya herêma Kobanî ji destê DAIŞê rizgar bikin…
