Rojava News: Di 90emîn salvegera Serhildana Şêx Seîdê Pîran de, bang li dewleta Tirk hat kirin ku gorra wî were eşkerekirin.
Komeleya Şêx Seîd, îro li Meydana Şêx Seîd a bajarê Amedê bi helkefta 90emîn salvegera Serhildana Şêx Seîdê Pîran daxuyaniyek da.
Endamê Komeleyê û neviyê Şêx Seîd, Qasim Firat li ser vê yekê got, bila cihê gorra Şêx Seîd were eşkerekirin…
Piştî ku Şêx Seîd û hevlên wî li Amedê hatin îdamkirin, heta niha jî nayê zanîn li kuderê hatine definkirin.
