Demîrtaş: Li benda Ocalan nemînin

Demîrtaş: Li benda Ocalan nemînin

Rojava News: Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê li şûna ku li benda “bangawaziya Ocalan” bimîne bila tiştên ku dikeve ser milê wê, bike. 

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê tevlî mîtînga partiya xwe bû û ji gel re axivî. 

Demîrtaş li ser “pêvajoya çareseriyê” got ku hikûmet naxwaze gavan bavêje û dixwaze tenê ji bo hilbijartinan ji xwe re firsendekî bibîne.

Hevserokê HDPê anî ziman ku aştî tenê bi HDPê çêdibe û wiha got: “Hikûmet li şûna ku li benda bangawaziya Ocalan bimîne bila ew tiştên ku dikeve ser milê wê bike.”

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku AKP pêvajoya çareseriyê ji bo hilbijartinan bikar tîne û li ser vê yekê dilîze û wiha axivî: 

“Qet niyeta wê ya gavavêtinê tine. Eger niyeta wê heba wê demê li parlamentoyê dê li cihê qanûnên ewlehiyê qanûnên aştiyê bihatana gotûbêjkirin. Hikûmet bi van lîstokan nikare pêvajoyê pêşde bibe.”

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, dibe ku Rêberê PKKê Abdullah yan 15ê Sibatê yan jî Newroza îsal bangawaziya danîna çekan ji PKKê bike.