Li paytexta Denmarka Kopênhagên êrişeke çekdar bi ser avahiyek de pêk hate.

Li paytexta Denmarka Kopênhagên êrişeke çekdar bi ser avahiyek de pêk hate.

 

Rojava news: Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li avahiya rastî êrişî hatî derbarê Îsalma Tundrew û azadiya vegotinê de, bi amadebûne balyozê Firansa semînerek birêve diçû, balyozê Firansa ji aliyê xwe ve ragihand ku di encama gule barana bi ser avahiyê de polîsek birîndar ket.

 

Sazî û dezgehên ragihandinê yên Denmarkayê ragihandin ku îro şemiyê 14 / 2 / 2015`e,  ser avahiya ku lê derbarê Îslama Tundrew û azadiya Vegotinê de bi amadebûna Balyozê Firansa li Danîmareka sêmînerek birêve diçû, êrişeke çekdar pêk hat.

 

Ji aliyê xwe ve balyozê Firansa Firanswa Zîrmay li ser hesabê xwe ya Tiwîter da xuya kirin ku rewşa wî başe, lê polîsek ku li pêşberî avahiyê bû di encama gulabarane çekdaran de birîndar ket.

 

Sazî û dezgehên Denmarka ragihadin ku di encama êrişa çekdar de polîsekî jiyana xwe ji dest da û çendek din birîndar ketine.