Rojava News: Çekdarên DAIŞê li Şingalê mijûlî danîna pilanekê êrişkirinê bûn, lê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniya navdewletî ve plana wan hat têkbirin.
Di dema ku 2 girûpên 20 kesî ji çekdarên DAIŞê ku bi navê Îslam û Ebû Hûreyra tên Nasîn, mijûlî danîna plana êrişekê li ser çeperên Pêşmerge bûn, balafiran ew da ber bombeyan û Hêzên Pêşmerge cihê wan topbaran kirin.
Di encama wê lêdanê de, 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û pilana êrîşkirinê jî hat têkbirin.
Li gor hatiye zanîn ev Girûpa Îslam tevahiya çekdarên wê ji xelkê welatên Ewropayê ne.
Herweha, Çekdarên DAIŞê berdewam in li ser teqandina xaniyên berpirsên ewlehî û îdarî yên navçeya Şingalê, ji ber ku çend erebên navçeyê rê û malan pêşiya wan dikin.”
