Rojava News: Şanga Herêma Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, serdana Bexdayê dike.
Biryare îro şanda Herêma Kurdistanê di bin serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de serdana Bexdayê bike. Şanda Herêma Kurdistanê wê di hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de li ser xalên peymana navbera Hewlêr-Bexdayê de guftûgoyan bikin û ji bo werin çareserkirin.
Herçendî biryar bû peymana navbera Hewlêr û Bexdayê de 1’ê Çileya 2015’an bikeve pratîkê, lê hê jî ev peyman nehatiye cîbicîkirin. Rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar dikin ku ew girêdayî wê peymanê ne û rêjeya petrolê ya ku hatî diyar kirin ku bişînin derve, wê bişînin. Li gor wê peymanê biryar bû Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê û ji Kerkûkê jî 300 hezar bermîlan di rojekê de bişîne derve. Li beramberî vê yekê jî biryar bû hikûmeta Iraqê budceya sedî 17 a Herêma Kurdistanê bişîne.
