Rojava News: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî plan dike ligel waliyê Rihayê kampekê ji bo penaberên Kobanî ava bike.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku yekemîn dezgeha sivîl ya mirovî ku çû hawara kurdan li Kobanî û pêdivîyên jiyanê ji wan re pêşkêş kir, niha plan dike ligel waliyê Rihayê kampekê ji bo penaberên Kobanî ava bike.
Vê dezgehê, hem ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li başûr dimînin, hem ji bo penaberên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn, hem jî ji bo kesên ku li Kobanî bi xwe dimînin, alîkariyê ku dihatin xwestin gihande koçberan.
Dezgehê, ku navenda wê Hewlêr e, heta niha 4 wecbeyên alîkariyê ji bo xelkê kobanî pêşkêş kiriye.
