Rojava News: Li Amedê di encama şerê navbera du malbatan de 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn ku di nav wan 12 leşker jî hene.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, di wî şerî de 2 kes hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku ew her du malbat beriya niha jî ji ber zarokan şerê hev kiribûn.
Li gorî daxuyaniyê, 12 leşkerên ku çûbûn pêşiya şer bigirin jî di bûyerê de birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, rewş niha hatiye kontrolkirin û taxa ku lê şer derketiye hatiye dorpêçkirin û çend kes jî hatine girtin.
