Barzanî: ne li DAİŞê diborên û ne jî yên bo wan li çepika didin

Barzanî: ne li DAİŞê diborên û ne jî yên bo wan li çepika didin

 

Rojava News: Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di serdana xwe ya Kerkûkê da hoşdarî da DAİŞê li dor pêşmergeyên desteserkirî dîyar kir, hemû hewlekê dê bo rizgarkirina wan bidin.

Mesûd Barzanî di kombûne kê da digel kesukarên pêşmergeyên di destê DAİŞê da li Kerkûkê dîya rkir, eger destdirêjî bo ser wan pêşmergeyan bê kirin yan xudê neke bên şehîd kirin, ew li DAİŞê û yên çepik lêdaye naborin û got: “tişti em bikaribin bo azadkirina wan dê bikin”.

Sebaret hatina “Heşda Şebî”jî Barzanî got: “me pêdvî bi Heşdê Şebî nîne, eger me pêdvî pê hebe em bi xwe dê daxwaza alîkarîyê jê bikin”.

Roja Înê DAİŞê vîdyoyek belavkir û têda çend kesek bi cilkên pirteqalî di qefesên hesinî da di nav bajarê Hewêce di karwanekê tirimbêlan da xelkê çepik lê didan dîyar kirîye ew pêşmerge bûn.

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li roja Duşembê ragîhand, hewlên azad kirina pêşmergeyên girtî hene û hikûmet û serokatîya herêma Kurdistanê bi ciddî kar li ser dikin, lê ew di ragîhandinê da behs nakin.