11:47:01 AM
Duh li Nivîsgeha Nûneratiya ENK-Sê li hewlêra peytext Serok û Serkirdeyên Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê li hev civîn,û bi şahî û hest û helwêstên kurdînî yên netewî ,roja Duşemê 25ê Eylûna 2017an bi rojeke dîrokî anîn ziman,nerînên xwe jî li ser rêfrandoma serxwebûna kurdistanê û piştevaniya biryara serok barzanî û gelê Kurdistanê tekezkirin.
Di vê civînê de piraniya Sikretêr û Serkirdeyên partiyên ENK-Sê beşdarbûn,û li ser helwêsta piştevanî û piştgêriya biryar û viyana kurdên başûrê Kurdistanê ,û li pêşiya wan Serok Mesûd Barzanî yek dengbûn.
Di lêdwaneke teybet de Serokê ENK-Sê Ibrahîm Biro ji RojavaNews re got: " wek ku dewleta Iran,Sûrî,Tirkiyê,û Iraqê heye,ji mafê Kurdistanê ye jî ku bibe dewlet,û ev gefên tên kirin di ragihandinê de ji aliyên wan ve ,piştî demeke nîzîk wê werine guhertin, "
Biro destnîşan li ser helwêsta kurdistaniyan bi rêfrandomê kir ,bi teybet Kurdên Kurdistana Sûriyê û anî ziman:”em dizanin ku rêfrandom tiştekî fermiye bi kurdistana Îraqê ,lê kurdistanî bi dilekî şewat lê denerin,û her yek ji wan dibêje xwezî miriyê me jî ji goristanan rabûbane û ev roj dîtibane û beşdarî kiribane,Kurdên me li kurdistana Sûriyê jî tevî zehmetiyan vê rojê ji nêzîk ve di şopîne,şerê li Sûriyê jî ber bi dawî tê .dibe ku mafekî ne wek kurdistana îraqê Serxwebûn be .lê ez bawerim wê ne wek 60 salê bihûrî be ,û mafekî netewî wê bidest bixe . “
Sikretêrê partiya demukrata Kurdistan-Sûriya Si,ûd Mele helwêsta PDK-Sê derbarê rêfrandomê û vê rojê got:” Em vê roj û gava dîrokî ji kurdên me yên herêma Kurdistanê û Serok Barzanî re pîrozdikin ,û em piştevanin bi hemî şêweyan ,bi xebat û viyana endam ,kadir, serkirde û tevahiya kurdên kurdistana Sûriyê ji vî maf û gava dîrokî re,ez sipasiya hemî endam û alîgirên me dikim li her derî ku piştevaniya rêfrandomê kirin “
Serokê Xucehiyên ENK-Sê Mihsin tahir ,bi serokatiya şandeke xucehiyên ENK-Sê ji kurdistana Sûriyê jî amadebûn , û ji RojavaNews re got" :Em JI Cîhanê tevî re dibêjin îdî bese zilim û zordarî ,ji mafê birayên me û miletê me yê xwe ragire ku mafê xwe yê serxwebûnê bidestbînin,û pêwîste Cîhan tev piştevaniyan Kurdan bike,piştî qelenê buha û giran ku di şerê teroê de dan,û di ber mirovatiyê tevî de şerkirin û da,iş" şikandin."
Cîgirê Serokê Hemahengiya Sûriyê Ebdulbasit Hemo jî amadebû û helwêsta xwe wisa anî ziman:” Serxwebûna parçeyekî ji Kurdistanê serkeftine ji tevahiya Kurdistanê re ,û wê rê ji her 3ê parçeyên din re veke ,bi teybet Kurdistana Sûriyê,û guhertineke ji Rojhilata Navîn re,û piştevaniya xwe ji serxwebûnê re diyar kir “
Hêjaye gotinê ku piraniya Sekretêrên partiyên ENK-Sê beşdarbûn duh,di nav wan de Fêsel Yûsif- Tahir Sifog-Şelal Gedo-Fesle Yûsif-Ni,met Daûd-û şandeke Xucehiya encumena Rojhilatî Qamişlo ,û gelek ji endamên ENK-Sê û PDK-Sê beşdarî vê şahî û ahinga kurdistanî bûn,û di nav wan de Şandeke endamên PDK-Sê ji Siwêdê jî amade bûn .
Rêfrandom duh bi dawî hat ,û encamên wê hatin belavkirin bi fermî ,û di encamê de li piraniya bajar û deverên kurdistanê serkeftin bû,li hêviya ragihandina dewleta kurdî .çavên hemi kud û Kurdistaniyan bendeware,da Dîrok û Cîhan vê rojê binvîsîne.
E.U