12:16:41 AM
RojavaNews: Bernameya ARKê hevdîtinek bi siyasetmedar û serokê ENKSê yê berê, Îbrahîm Biro re li ser pêşhateyên siyasî û rola ENKSê di Kongireyên Nevdewletî de, û bandora wê li ser dosyeya Kurdî li Kurdistana Sûriyê, di hevpeyvîna ARkê de axift.
ARK: Tevgera ENKSê di navbera Cenêva yekem ta Cenêva heştem de çi ji gelê Kurd re bidest aniye?
Biro: ENKSê di civîna yekê de tine bû, ji ber ku ew kongireyeke navneteweyî bû, ne rêjîma Sûriyê û ne jî opozisyon di Cenêva yekem de tine bûn, lê di ya duwem de, me wek opozisyona Sûriyê bi rêjîma Sûriyê re danûdstan li ser maseyekê bi hev re kirin, lê ji Cenêva sisyan ta Cinêva heştan, kêşeya me herdem wek ENKSê bi opozisyonê re bû, ku ta kîjan qonaxê opozisyon mafê gelê Kurd qebûl dike an na, piştî Kongireya Riyad2 gaveke lipêş hate avêtin, ku cara yekem e opoziyona Sûriyê biryarê dide ku Sûriyê dewleteke pirneteweyî ye, wek Ereb, Kurd, Turkmen û Siryan, û mafê gelê Kurd tê de were qebûlkikin û doza Kurdî bibe dozeke niştîmanî, hat e gengeşekirin, û ev dikumentên ji diwnazde xalên bingeha destûra Sûriyê ya paşerojê Neteweyên Yekgirtî ew) pesend kirin.
ARK: Hûn wek ENKSê li Riyada2 hazir bûn û ji xelkê re ne zelal bû ku hûn wek ENKSê serbixwe beşdar bûn yan di nav şanda Îtîlafê de hatin beşdarkirin hûn çawa hatin naskirin?
Biro: Berî kongireya Riyad2 bi heftiyekê, wek şanda ENKSê, me serdana wezareta derve ya Siûdiyê kir û ev yek ji daxwazên me bûn ku em wek laşekî serbixwe beşdar bibin, lê wan bi zelalî ji me re gotin ku biryara Navdewletî 2254, divê her sê platformên ku hene bi yek şandê bi hev re li Cenêvê beşdar bibin, wek yek laş ji Desteya Bilind û platfomên Mosko û Qahîrayê, lê wezareta derve ya Siûdiyê ji me re got, ku bi riyeke din mafê Kurdan wê bici bikin û ji kesê xwe yên sereke, me lîstek pêşkêşî wan kir, û biryara wan wek serokê ENKSê û cîgirê wê û 2 kes serbixwe xwestin û ez hatim vexwendin wek serokê ENKSê, û daxwaza me ji wan kiriye, ku di Riyada 1ê de mafê gelê Kurd ne zelal bû û li wir alikariyeke baş hate kirin ku me karîbû ji berî civîna Riyad2, me li ser daxuyaniya ku wê derkeve li Kongireya Riyadê gengeşe kir, û me hemû aliyên opozisyonê ji aliyê mafê Kurdî ve tiştekî baş kir, lê ji aliyê rengê dewletê ve em daxwaza fedraliyê dikin, lê ew daxwaza navendiyê dikin, û careke din me nerazêbûna xwe bi nivîskî ji wan re birê kir.
ARK: Mamoste em werin ser kaxeza danûstandinê ku ji dunwanzde xalan pêk hatiye, hûn wek ENKS, we dixwest pirsa Kurdî jî bibe yek ji wan xalên sereke, gelo we karibû bicih anîba baniya an na?
Biro: Em Karin wê dikumentê belav bikin, ew dukument ji duwanzde xalan pêk hatibû wek bingehekê ji bo paşeroja destûra Sûriyê ya nû, dema Riyada 1ê hebû, hinek nakokî di navbera me û opozisyonê de hebûn û xala Kurdî bi zelalî derbas nedibû, vê carê yek ji xalên dihat danîn di xalê duwanzde de, wek daxuyaniya Cenêvê xalek jê dibêje Sûriyê dewletek e pirneteweyî ye û divê mafê netewî yê Ereb û Kurd û Turmen û Siryanan bê parastin û doza kurdî dozeke niştimanî ye di hundirê Sûriyê de û divê hemû siysatên li ser Kurdan hatine kirin bêne hilanîn, û bi giştî derbas bû, tevî me di cara yekê de, de Mistura dît û ev dikument li me vegerand û me navê Erebî ji nav navê dewletê rakir û me kir Komara Sûriyê û me navê walatên Ereban ji nav rakir û me kir miletên Ereb, pişt re de Mistura ew kaxez li me vegerand û li ser kaxezê danîbû Komara Erebî ya Sûrî û pişt re xêzek danîbû Komara Sûriyê ji ber li Neteweyên Hevgirtî bi vê rengî tê naskirin û li aliyê din ew a wan miletê Ereb hişt, lê dixwest wê ji bo Kurdan rake, careke din me ew derbasî civatê kir û gengeşê li ser hat kirin, ku ne ji mafê de Mistura ye xalên hatine danîn rake, û temenê vê dozê heftê sal e û vê opozisyona fereh û mezin qebûl kiriye ku dive ev doza han çareseriyek jê re were danîn, di wê demê de de Mistura ew xal baş nas kir û qebûl kir, ku duwanzde xalên opozisyonê danîne, wî got ev maye li aliyê min ku ezê bi rêjîmê re gengeşe bikim, lê mixabin rêjîm xwe neda ber û bi taybet(î) xala li ser doza kurdî û rêjîmê bersiv nedaye ye de Mistura, lê ji aliyê opozisyonê ve ew xal hatiye pesendkirin.
ARK: Mamoste em behsa Astana bikin, çima Kurd li Astana tine bûn?
Biro: Astana yekem em lê beşdar bûn û pişt re jî li hin kongireyan em başdar bûn, em dizanin li Astana aliyê leşkerî pêşve diçe, û ji salekê û pê de gelek kar jê re hatine kirin li ser rawestandina şer û wek ENKS çûna me bê hêzeke leşkerî li ser xaka Sûriyê ji me re kêmaniyeke mezin e û pêwîstiya me li hemû kongireyên Astana ti sedem ji beşdariya me tine bû, lê mixabin pêşmergeyên me li hundirê Sûriyê bana wê rewş li Astana gelekî cuda ba.
ARK: Mamoste di Astana heştem de, de Mistura reşpelikek bi nav binav kir û tê de çend xalên balkêş li ser Kurdan habûn û şêwaza dewleteke nû, ku bibe dewleteke ne nenavendî, gelo te çawa xwend?
Biro: Reşpelika Rûsî ne nû ye, û di Astana yek de hat belavkirin, lê wê demê opozisyona Sûriyê ji dest wan negirt û qebûl nekir, û di wê demê de danûstandin li Rûsyayê li ser reşpelikekê nehatiye kirin, lê xwandina me ji wê reşpelikê re ji aliyê mafê neteweyî ve ku opozisyonê li Cenêvê pêşkêş kirî ye kiriye zelaltir e ji reşpelika Rûsyayê, lê ji aliyê rengê dewletê ve ta niha opozisyon hîn jî xwediya biryara xwe ya ne nenavendî ye û di reşpelikê de ti tişt li ser fedraliyê tune ye, lê di dîroka Soviyeta berê de gelek rengên desthilatan bi navê Rêveberiya Xweser habûn, û bê gûman geveke baştir e, lê careke din ne li gorî hêviyê me ne, daxwaza me ji bo fedraliyê pêk nayne, lê gavek li pêştir bû ji nerînên opozisyonê û rêjîmê jî.
ARK: Mamoste eger ti wê reşpelika Rûsî sibe bibe bê bicihkirin PYDê jî wek tu zanî r)êveberiya wê heye, gelo rêveberiya PYDê nabe bingehek ji bo Rêvebriya Xweser, gelo wê bandura wê tine be?
Biro: Di bawariya min de çareseriyek ji Sûriyê re were danîn wê bi tevahî were danîn û ew çareserî çênabe her yek li gorî xwe şirove bike û ew rêveberiya PYDê daye ber xwe sînorekî fereh e û dûr û dirêj e li Herêmên Ereban û ew bingeheke gelekî sist e, wê têk bide û dema DAIŞ here wê hevalên rêjîmê jî herin ba rêjîmê û hevalên opozisyonê wê herin ba opozisyonê û wê rengekî nû ji rêveberiyan derkeve êdî divê ew reveberiya taybetmendiyeke Kurdî tê de hebe û rengekî nû ji rêveberiyê re were danin.
ARK: Hûn çawa dibînin, nerînên we derbarê Sûriyeya nû û şêwazê desthilatê hûn çawa dibînin?
Biro: Bê gûman nerîna me wek ENKSê Sûriyek demokrat, Sûriyek federal, mafê hemû pêkhateyên wê û bi taybet jî mafê miletê Kurd di hundirê wê dewleta federal de parastî be û karê me yê bingehîn em ji bo vê kar dikin.
ARK: Tu dibînî ku kongireya Cenêvê wê tiştekî bicih bîne?
Biro: Ta niha ew tiştê ku tê kirin, em nabînin ku wê tişt pêk bên, lê girêdayî rewşa siyasî ya giştî ye û ta niha ti kes nizane wê paşeroja Sûriyê bi çi rengî be û wê ne hêza me rengê wê Sûriyê hilbijêre , îro li derve hêzên navdewletî wek Amerîka û Rûsyayê, ew rengekî ji Sûriyê re datînin û ew wê li ser me û PYDê û li ser Ereban û li ser hemû rengên opozisyonê û li ser rêjîmê were sepandin.
ARK: Mamoste em dibên Cenêv ji bo çareseriya siyasî ji bo Sûriyê ye, gelo Soçî ji ber ji bo çi ye?
Biro: Cenêv berî niha nikarî hêla leşkerî bipêşde bibe, Astana çê bû, dema Astana çê bû 95% şer li Sûriyê kêm bû û niha mijarên siyasî gelekî zehmet dibin. Rûsya dixwaze bi rengekî ji rengan wan mijaran birêve bibe û dibe li gorî biryarên navdewletî bin, lê Soçî çê dibe ji bo lezkirina destûr û helbijartinê çê bibe, lê ta niha nakokî hene û ew wê (dê) rewahiya navdewletî bisitîne an na, ji ber Astana rewahiya navdewlî standiye û bi Cenêvê re kar dike û biryarên Soçî jî ji aliyê Neteweyên Hevgirtî ve hatine standin.
ARK: Hûn wek opozisyon, we biryara xwe ji bo amadebûna xwe bo Soçî dayî daye an na?
Biro: Niha danûstandinek xurt li ser çûn û neçûna Soçî , di nav şanda opozisyona fereh de tê kirin û biryar nehatiye standin û ji Rûsyayê dixwazin ka Soçî ji bo we çê wê bibe û çi dosye wê bêne gengeşekirin, biryara me ew e çi kongireyên li bin siha dewletên zilhêz çê bibin em wek Kurd karibin bergiriyê di ber mafê xwe de bikin, lê baştir e biryara xwe di demekê de bistînin, bi rastî wê çi li Kongireya Soçî be an jî li Cenêvê çê bibe, wê rewahiya navdewletî ji me re hebe û gelek dem li pêşiya me heye em ê biryareke dirust bistînin.
ARK: Eger Îtîlaf beşdarî Soçî nebe, biryara we wê çi be?
Biro: Em wek ENKSê biryarek me wê hebe, lê îro metirsiyek gelekî mezin heye, îro opozisyon nema Îtîlaf tenê ye, îro opozisyon ji gelek rangan hene, eger tev de bi hevre çûn û neçûn ne yek nerîn be, wê opozisyon tevde têk biçe, ji ber wê yekê gelek alî wê alikar bin di çûndinê de.
ARK: Mamoste di nîvê Soçî de hihek Kurdên serbixwe wê hebin, ne tenê ENKSê nûnertiya Kurdan be, wê serbixwe hebin û kesên pispor jî wê hebin, çawa hûn dê hevahengiyê di nav van tevan de bikin û nameya kurdî bidin destê vê kongireyê?
Biro: Yekem, ta niha me biryara çûn û neçûna xwe ne standiye nedaye. Duyem hîn em nehatine vexwendin. Sêyem biryarek e taybet wê ENKSê bi giştî bistîne, lê ez dibînim çiqas Kurd lê hebin wê baş be ji ber ku ev kongire wê tiştek jê derkeve û em wek Kurd jî kesê li deverekê bê, yê(n) din wî guhnekar dikin û tu çi jî bikar bînî, ew ê bêjin ji ber filanî ve hatiye û çiqas Kurd beşdar bin başe e ji ber tiştek nayê gengeşekirin ji ber dem pir kêm e, wê gengeşe tinebin, 700 endamên wî kongireyî wê hebin, û wê komîtek ji bo destûrê dirust bibe û yek jî ji bo hilbijartinê wê çê bibe ev karê vê kongireyê ye, guneh ne tenê di ustuyê ENKSê de be baş e.
ARK: Mamoste di dema bihûrî de Riyada 2 tu jê vegeriya, mamoste Fesle Yûsif got, heger take tayeke zirav di nav bera me û PYDê de hebe, divê em wî tayî biparêzin, tu çawa dibînî?
Biro: Bê gûman gelek nakokî di navbera opozisyonê de hene, lê eger em bi vê reşayê lê binêrin kêşe gelekî mezin e, rewşa me û PYDê cuda ye ji rewşa me bi opozisyonê re, îro PYDê hemû karê xwe dike ku bibe yek ji opozisyonê, wê çawa karibe dunyayê razî bike di hundirê şanda opozisyonê de û cihê xwe bigire û kar bike, ev cuda ye, ev nakokiyên me bi opozisyonê re, em doza mafê xwe dikin, em ne parsê ji kesî dikin û hin kesên şofînî hebin em narin malên xwe û jê dixeyidin, divê em di siha navdewletî de hebin, divê em tê de xurt bin.
ARK: Stratejyaya we wek ENKSê li hember PYDê di dema bê de wê çi be?
Biro: Em karê xwe ji bo Kurdayetiyê dikin, li hember rêjîmê û li hember rêjîmê bi opozisyonê re an jî bi PYDê re be, divê em daxwaza mafê xwe yê neteweyî bikin û vî mafî di paşeroja Sûriyê de biparêzin û tevgera Kurdî ji 60 salî ve karekî siyasî kiriye û ew karê me cihê xwe digire û me bandor dikir, di Riyada 1ê de ku me kiribû li hember dewletên cîhanê li hember nerîna opozisyonê rawestin û wan dewletan ji opozisyonê re digotin hûn şaş in ev têbîniyên ku tên gotin di cihê xwe de ne, ji ber wilo jî em bi PYDê kar nakin, PYDê tiştek ji bo Kurdên Sûriyê nekiriye, şeş salan ji bo rêjîmê kar dike û ew kar ji bo miletê Kurd be wê pir baş be, ta niha çiqas qurbaniyên Kurd dane bin siha PYDê , lê tiştek ji bo Kurdan nehatiye avakirin.
ARK: Mamoste daxwaza gelê Kurd hûn nêzîkî hevdu bibin û bi yek şand û li hev vegerin mala Kurdî baştire e hûn tev hêzên opozisyonê bibin, tu çawa dibînî?
Biro: Bê guman me ji berî niha gotiye û em ê careke din bibêjin heger me PYDê kuştiba, nema em wan dikujin, eger me PYDê xistiba zindanê em nema wan dixin zindanê, eger me PYDê derxistiba derveyî sînoran em nema wan derdixînin derveyî sînoran. PYDê ENKSê kuştine, revandine, xistine zindanan, ofîsên wê şewitandine, serkirdên wê derxistine dervayî sînor, jiyana siyasî tune dikin û nahêlin Encûmen kongireya xwe bike, hîn jî rewşenbîrek dibêje divê hûn nêzîkî hevdu bibin, bila em van karine bila ev kar nebin hingî em ê karibin li ser yekbûna mala Kurdî biaxivin.
ARK: Serokê Sûriyê hêzên HSDê bi xiyanetê û Feysel Miqdad HSDê bi DAIŞê tawanbar kir, hûn wek ENKSê PYDê bi çi pesinî dikin?
Biro: Dibe îro berjewendiyên wan nema nêzîkî hevdu ne , lê me digot alîgirê rêjîmê ne, Beşar Esed jî digot beşek ji me ne, û em çekan didin(e) wan û wan jî înkar nekirine, lê îro hinek berjewendiyên wan li hevdu ketine rêjîm dibîne ew ne ne wefadar in, divê PYDê tekez bike ku têkliyên wan (wê) bi rêjîmê re nemane û dikarin parstina Kurdan bikin û dema wan kongireya ENKSê qedexe kir wê rojê karekî rêjîma Beis hebû û li bajarê Qamişlo karên xwe dikirin îro li Cizîrê hemû aliyên ewlehiyê hene, aliyên leşkerî hene bi dehê rengan hêzên leşkerî ji bilî Kurdan hene û PYDê vê yekê dizane û nikare çareyekê jê re bibîne û bi gavekê ranebû, û em dixwazin têkliyên wan bi rêjîmê re qut bibin û têkevin nava destê Amerîkayê, û Amerîka karibe wan ji nû ve bikar bîne wek nexweşiyekê wan çereser bike, ji PKKê û ji rêjîmê qut bibin û ji Îranê qut bibin û têkliyên xwe bi Kurdan û opozisyon û cîranên xwe re baş bikin û li ser Tirkiyê û Kurdistanê dibêjin ev mijara ku berjewendiyên miletê Kurd tê de hene.
ARK: Dema dewletên zilhêz PYDê qebûl bikin di nava şanda opozisyonê de wê helwêsta we wek ENKSê çi be?
Biro: Eger opozisyon wan qebûl bike wê raya ENKSê bibe, divê gelek tişt hatibin kirin ta bê qebûlkirin, wê opozisyon di riya me re derî ji wan re veke û PYDê wê di riya ENKSê re derbas bibe.
Qadî
