Çekdarên Nubul û Zehrayê astengiyan ji welatiyên Efrînê re derdixin
Çekdarên Nubul û Zehrayê astengiyan ji welatiyên Efrînê re derdixin

Çekdarên Nubul û Zehrayê astengiyan ji welatiyên Efrînê re derdixin

8:53:27 PM

RojavaNews: Welatiyên Efrînê li ser rêya navbera Efrîn û Helebê rastî zehmetî û astengiyên çekdarên Nubul û Zehrayê tên.

Jêderekê ji Efrînê ji RojavNews re raighand ku çekdarên herdu bajarokên Nubul û Zehra yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, ku ew ji tayîfeya elewî ne, dikevine pêşiya welatiyên Efrînê û astengiyan ji wan re re derdixin.

Heman jêderê eşkere kir ku çekdarên herdu bajarokên elewî, ku hikûmet piştgiriya wan dike, rêbendên gerok û veguhêz li ser rêya navbera Efrîn û Helebê datînin û welatiyên kurd yên ji Efrînê ji otomobîl û basan dadixin.

Ew çekdar welatiyên kurd ên ji Efrînê diçine Helebê, pişkinîn dikin û pere, nasname û belgeyên wan ji wan distînin, û wan riswa dikin û sivikatiyê bi wan dikin.

Jêdera ji Efrînê nîşan bi wê yekê daye ku ew sedema wan reftar û karên çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ligel xelkê Efrînê, ew ku guşarê li ser PYD û YPGê li Efrînê bikin, ji ber ew dibêjin ku nakokî di navbera wan û  Rêvebeirya Xweser de hene.

Ji çend mehan ve welatiyên Efrînê gazinê ji vê rewşa aloz dikin. Di nava wan de jî, karmend, xwendekar û nexweş hene, ku berê xwe didine Helebê yan ji Helebê vedigerine Efrînê. Herwiha ew daxwaz dikin ku çareyek ji vê rewşê re bê dîtin, ji ber ku encamên wê nerênî ne û ziyanê digihîne xelkên sivîl.