9:34:39 AM
RojavaNews: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir û daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe rabin ji bo rawestandina operasyona Tirkiyê û parastina welatiyan.
Duh ENKSê di daxuyaniya xwe de operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê şermezar kir û ragihand, artêşa Tirkiyê li pêş çavên civaka navdewletî û bi taybet Amerîka û Rûsyayê topbarana Efrînê bi tundî dike.
ENKSê da zanîn, ji ber rewşa Efrînê ya aram û ewle bi sed hezaran koçberên Sûrî li Efrînê bicih bûne û Tirkiyê dixwaze Efrînê wek Kobaniyê wêran bike.
Herwiha ENKSê tekez kir, gef û operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê ewlehiya Tirkiyê naparêze bi qasî ku rewşa siyasî û ewlehiyê aloztir dike.
ENKSê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Tirkiyê kir ku topbaran û operasyona xwe ya leşkerî rawestîne û rola xwe wek cîraneke dîrokî ji Sûriyê û herêmên Kurdî re bilîze.
ENKSê dawaz ji PYDê jî kir, bihaneyên ku Tirkiyê ber ji bo destpêkirina operasyona li dijî Efrînê nehêle û dev ji zimanê tûj berde û bi tena xwe biryarên çarenivîsî yên gelê Kurd nede.
Di dawiyê de ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî, bi taybet Amerîka û Rûsyayê kir, bi erkên xwe rabin û deverên Kurdî û welatiyan ji vê êrîşê biparêzin.
Sererkaniya Tirkiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku “duh demjimêr 17:00an Operasyona Efrînê bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” dest pê kir. Di encama topbarana duh de jî ta niha hejmarek ji sivîl birîndar bûn.
