Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Efrînê bi dawî hat û ti biryar nehate standin
Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Efrînê bi dawî hat û ti biryar nehate standin

Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Efrînê bi dawî hat û ti biryar nehate standin

8:16:24 AM

RojavaNews: Encûmena Asayişa Navdewletî ku derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê roja Duşemê  civiya bû, bê şermezarkirin yan daxuyaniyeke hevpar bidawî bû.

Francayê daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê kiribû û daxwaza civîneke arwarta ya Encûmena Asayişa Navdewletî kiribû. Lê civîn  bidawî bêyî ku êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar bike, yan daxuyaniyeke hevpar belav bike.

Di dawiya civînê de Balyozê Fransa di NY de François Delattre got: “Nîgeraniya me kûr derbarê rewşa bakurê Sûriyê û xûtayê heye , ku alozî û girjî lê berdewam e.”

Delattre gotinên Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian dubare kir, ku divê Tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê rabigire. Got jî, ev daxwaz civînê jî cihê razîbûna piraniya endaman bû.

Li gor ajansa  “Frans Press” ya Fransayê  Balyoza Amerîka Nikki Haley beşdarî civîna Encûmena Asayişa Navdewletî nebû.

Artêşa Tirkiyê roja 20 vê mehê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand û dest bi topbaran û bombebarana Efrînê û gundên wê kir û ta vê demê topbaran bi çekên giran berdewam e.

Qadî