ElNusra bombeyan amade dike da ku êrîşî Efrînê bike

ElNusra bombeyan amade dike da ku êrîşî Efrînê bike

RojavaNews :Hat zanîn ku Cebhet el Nusra bombeyan amade dike da ku êrîşî Efrînê bike.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku rêxistina Cebhet el Nusra bi hezaran bombe amadekirine da ku şerê Kurdan li Efrînê bike. 

YPGê duh, çeper û baregehên Cebhet el Nusra dane ber topan ku di encamê de 13 çekdarên wê rêxistinê birîndar bûne.

Çekdarên Cebhet el Nusra, pêr danê êvarê gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê dabûn ber topan, di encamê de gundiyek birîndar bibû û zarokek jiyana xwe jidest da.