Hewlêrê.. nûnergeha ENKSê pêşwaziya şanda TCK kir

Hewlêrê.. nûnergeha ENKSê pêşwaziya şanda TCK kir

Rojava News :Nûnergeha Encumena Niştimaniya Kurdî li navenda xwe li Hewlêrê pêşwaziya şanda Tevgera Ciwanên Kurd TCK kir

Cedan Elî berpirsê Nûnergeha ENKSê li Hewlêrê di lêdwanekê taybet ji RojavaNews re got ku  şandek ji  Tevgera Ciwanên Kurd serdane Nûnergeha ENKSê li Hewlêrê kirin, û ew şand behsa projeceyeke nû ji bo avakirina Hikumeteke demkî kirin , lê ti zanyaryên zêde derbarî vê yekê ne dan xuyakirin, herweha ji aliyê xwe ve jî ENKSê tekez kir ku biryara xwepêşandanên li dijî kiçberiyê li Kurdistana Sûriyê ya ku ji aliyê ENKSê hatiya standin biryareke durst û positive.

Elî di dawiya gotina xwe de eşkere kir ku hedu alî soz dane ku kar bikin dago ENKSê aktîv bibe.

Nalîn Hesen

13:22:10