Kobanî.. werzê xwendinê destipê dike li gel kêmbûna mamoste û dibistanan

Kobanî.. werzê xwendinê destipê dike li gel kêmbûna mamoste û dibistanan

RojavaNews :Destipêka sala xwendinê ya îsal li rojavayê kurdistanê nêzîk dibe lê îsal ji ber penaberiya xelkê û şerê rêxistina DAIŞê di hundirî kobanî de gelek kêmasî û prisgirêk di warê xwendin û perwerdeyê de peyda bûne.

Li gorî agahiyên ku ji kobanî  hatine bi dest xistin ku hin dibistan ji ber şer wêran bûne û praniya xelkê kobanî  ji ber tirsa vegera DAIŞê û encamdana  komkujyan  li Turkyê penaberin û hejmara mamostayên pispor gelek kêm bûne û tiris heye ku îsal xwendin li kobanî gelekî lawaz be.

Tê  zanîn berya demekê çekdarên DAIŞê derbasî kobanî bûn û komkojiyek li dijî xelkê sivîl pêk anî û ew komkujî bû sedema penaberya duyemîn ya xelkê wê herêmê.

Nalîn

11:43:26