Rêxistina navnetewî yê Efû: PYDê mafê mirovan bin pê dike!

Rêxistina navnetewî yê Efû: PYDê mafê mirovan bin pê dike!

Rojava News: Rêxistina navnetewî yê Efû ye baskê PKKê li Suri PYDê bipêkirinên mafê mirovan li heremêm dibin kontrolaxwe de tomatbar kir.

 

Li gor raporta Rêxistina navnetewî yê Efû yê  PYDê dibin navê “Şerkirina li dijî teror û DAİŞê li deverên bin kontrola xwe de girtinên  keyfî dike û nêzîkatiyên ne mirovana li himber girtiyan dike.

 

Rêxistina navnetewî yê Efû yê  bangî PYDê kir da li gor pîvanê mirovî tevbigerê.

 

Li gor encamê raporta Rêxistina navnetewî yê Efû yê;  ku li gel gelek kesên ji aliyê PYDê hatine girtin hevdîtin kirine derketiye hole “PYDê bi behaneya şerê xwe li himber DAİŞê,  li himber wan kesên ku bi aşîtîyane rexna dikin û kesên sivil şewazên ne mirovane bi kar tine û mafê mirovan binpê dike.

 

Li gor encamê raportê; Hin kesên ku yek sale hatine girtîn û mafê xweparastinê ji destê wan hatiye girtin û nayên dadgehkirin hene, ji ber vê yekê Rêxistina navnetewî yê Efû yê bangî PYDê kir ku mafê mirovan binpê neke.

Pisporê  baskê krîzan yê Rêxistina navnetewî  Efû yê  Lama Fakih di malpera dezgehê de bang PYDê kir û got; “Şerê li himber DAİŞê bila nebê behane ji bo binpêkirina mafê mirovan li beranber sivîlan.

 

Herweha got;  “Bê palpiştî girtina sivîlan bi tometên vala, ewlehî û rewş bê ku avabikin girtina gumanbaran dibê sedem ji metirsiyên mezin re. Pêviste her kesên bêne girtin bi tometên palpiştî be û mafê xweparastin û darizandine ya mirovî  û adîl hebe.

 

Werger: Sinem Bakir

 

13:03:27