Li Cizîra Botanê dayîka 7 zarokan ji aliyê polîs ve hat kuştin

Li Cizîra Botanê dayîka 7 zarokan ji aliyê polîs ve hat kuştin

Rojava News: Li bajarê Cizîra Botanê yê Bakurê Kurdistanê, dayîka 7 zarokan ji aliyê hêzên Tirk ve hat kuştin.

Qedexeya derketina derve û rewşa awarte û aloz li bajarê Cizîra Botanê derbasî roja şeşemîn bû. Bajar hatiye dorpêçkirin û ti kes nikare jê derkeve yan jî here nav.

Li gorî agahiyan, şeva borî jina bi navê Meryem Sûme (53 salî), ku tê gotin dayîka 7 zarokan e, ji aliyê hêzên polîs ve hat birîndarkirin lê ji ber ku rê nedan ambulans derbasî wê taxê bibe, wê dayîka kurd jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, ji destpêka ragihandina rewşa awarte ve heta niha, li Cizîra Botanê 9 kes di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane ku 2 jê zarok in.

 

09:46:24