Rojava News: Li çar aliyê Tirkiye Li gellek bajar û herêman tirkên nijadperest bi hêceta “şermezarkirina terorê” êrişî kurdan dikin, mal û dikanên wan dişewitînin.

Evê bist salîn karkere kî kurd dema hê zarok bu ji ber koçkirina ji gundê Bakur li Bajarê Tirkiye Eskîşehir di inşaata de kar dikir. Ji ber ku kurd bu rastî êrişa nijadperestên tirk hat û ji mirinê xiraptir lê hate kirin.

Kurde karkerê demsalî yê zeviyan li Enqera li Beypazari rastî êrîşa Tirkê nijadperest hat,n û agir bera bedena wan dan. Çend zarok birîndar bûne.


Li gorî agahiyan, li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê, mala kurdekî Dêrsimî, bi hêceta ku ala Tirkiyê bi dîwarê xwe ve nekiriye, rastî êrişa tirkên nijadperest. Di bûyerê de ziyan gihîşt xanî lê tiştek bi endamên malbatê nehat.

Vî Kurdî ji bo ku cil û bergê peşmerge li berin û gotiye ez ser bilindim bi kurdbuna xwe, ew darp kirine û birine ser heykelê Ataturk da Wi maçbike.

Sinem Bakir
12:31:04
