li Cizîrê herî kêm 3 welatî yê sivîl hatin kuştin

li Cizîrê herî kêm 3 welatî yê sivîl hatin kuştin

Rojava News: Li Cizîrê li gor agahiyan ji doh şev ta niha ve di encama topa avêtiin û guleyên nişangirê artêşa Tik ve herî kêm 3 kesan ku dû jê jin bûn jiyana xwe ji dest dan.

 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku eva 7. Roje di dorpêçkirina leşker û polîsan de ye, û hatu çun hatiye qedexekirin ji dohî ve dengê gulleyan her bilind dibî.

 

Hatiye zanîn li taxên Nûr, Sûr, Cûdî û Yafesê bombe teqiya ye li Taxa Cûdî ku pêvçûnên tûnd lê hene, li gor agahiyan herî kêm 2 jin û ciwanek jiyana xwe ji dest dane. Yek ji wan zarok û yek bi giranî 3 kes birîndarin. Li Taxa Nûrê jî 4 hemwelatî bi giranî birîndarin gel birîndaran bi derfetên xwe derman dike.

 

Li taxan ji ber avêtina topan xanî dişewitin û hemwelatiyên ku mala wan êdî nayê bikaranîn diçin cem cîranên xwe. Hemwelatî ku birîna hev derman dikin, mal û nanê xwe parve dikin. Gel li ser vê yekî derdiketine kolanan bi qûşxane, sînî, teneke û tilîliyan êrîşan şermezar dikin.

 

Li çar taxan dengên teqîna bombe û çekan berdewam dike.

 

Sinem Bakir

 

10:30:41