RojavaNews :Bi helkeftê duyem salvegera damezirandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demukratî Kurdistanî-Rojava daxuyaniyek ji aliyê YXCDKR belav kir û têde hatiye ku: "di 11-9-2013 li Hewlêrê paytexta Hewêma Kurdistanê ev rêxistin hate damezirandin bi armanca vehawandina praniya ciwan û xwendavanên rojavayê Kurdistanê ta go em wan bihtir bi doza miletê Kurd giridin û em rola wan aktîvtir bikin ta go civatek Kurdistanî ava bikin ".
Her di wê daxuyaniyê de Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demukratî Kurdistanî-Rojava dibêje Emê li rojavayê kurdistanê li ser karê xwe berdewambin û emê xizmeta ciwan û xwendevanan bikin.
Komîteya Cîbicîkar ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demukratî Kurdistanî-Rojava
11-9-2015
