Hewlêr.. Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan-Sûriya seredana nûneratiya ENKSê kir

Hewlêr.. Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan-Sûriya seredana nûneratiya ENKSê kir

RojavaNews :YekîtIya Mamosteyên Kurdistan Sûriya seredana nûneratya Encumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê ya li bajarê Hewlêra paytexta Kurdistanê kir

Beriya dû rojan, li bajarê Hewlêrê civînek di navbera Yekîtiya Mamosteyan û nûneratiya ENKSê hat lidarxistin û û di wê civînê de çawaniya alîkarî û hemahengî ji bo xizmeta dibistan û xewndekar û mamosteyên penaberên Rojavayê Kurdistanê ku li herêma kurdistanê dimînin

Her di wê civînê de Yekîtiya Mamosteyan daxwaz ji ENKSê kir ku beşdarî hemû deste û şandên ku wê hevdîtinan bi rêxistin û aliyên peywendîdar li herêma kurdistanê ji bo rewşa xwendekar û mamosteyan bikin

ji aliyê xwe ve Encumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê amadebûna xwe ji bo giftugoyên her kêşeyeke hebe di warê fêrkirin û perwerdehiyê de û pêwîstiya hemahengiyê di navbera nûneratiya Encumena Niştîmanya Kurd li Sûryê û YekîtIya Mamosteyên Kurdistan Sûriya de ji bo xizmeta xwendekar û mamosteyan.

Nalîn Hesen

11:23:03