RojavaNews :Asayişa bi ser PYDê endamekî serkirdayetiya partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ji zîndanên xwe serbest berdan bê ku tu sedemekî diyar ji girtina wî re xuya bikin
Endamekî malbata Şêx Saîd Zade ji ARKê re ragihand ku 10-9-2015 asayişa PYDê Şêx Saîd Zade endamê komîta herêmê yê partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ji zîndanên xwe li Efrînê serbest berdane bê ku tu sedemekî ji girtina wî re eşkere bikin
Wî endamê malbata Şêx Saîd ku nexwest navî wî were eşkere kirin herweha got Ev mehek bû Şêx Saîd hatibû girtin û ji wê demê ve di zîndanên PYDê de bû
Di roja 11 meha borî dewryeke asayişa PYDê bi ser mala endamê komîta herêmî yê PDK-Sê Şêx Saîd de li navçeya Şeranê girtbûn û ew ji bo cihekî nediyar binçav kirbûn.
Lana Mihemd
12:33:38
