Barzanî: Niha garantiya sexwebûnê nîne

Barzanî: Niha garantiya sexwebûnê nîne

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got, li gorî mercên niha garantiya sexwebûna Kurdistanê nîne.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînek li gel televîzyona Rusya 24ê de diyar kir, rewşa siyasî ya niha û rewşa ewlekariya Iraqê ya niha, garantiyê nade serxwebûna Kurdistanê.

 

Mesûd Barzanî amaje kir serxwebûn mafê miletê kurd e û got, lê rewşa niha garantiyê nade serxwebûnê.

 

Barzanî diyar kir Herêma Kurdistanê dixwaze wê pirsa bi rêyên aştî û diyalogê ligel Bexdayê çareser bike û got, jixeynî pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de yê Hikûmeta Iraqê çend pirsên wê yên din jî hene.

 

Herwiha Barzanî anî ziman, cudabûna ji Iraqê helwestek normal û demokratîk e û dê gelê derbarê vê yekê biryara xwe bide.

 

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, kurdan her tim ji bo Iraqek federal hewl daye.

 

Jêder: Rudaw

09:48:40