serkirdeyekî rêxistina DAIŞê li bajarokê Şedadê hat kuştin

serkirdeyekî rêxistina DAIŞê li bajarokê Şedadê hat kuştin

RojavaNews : Balafirên hevpeymanan çend êrîş birin ser pêgehên DAIŞê li bajarokê Şedadê yê rojavayê kurdistanê ku di encam de serkirdeyekî pilebilind yê rêxistina DAIŞê hat kuştin

 duh balafirên hevpeymanya navdewletî êrîşî pêgehîn rêxistna DAIŞê li nêzîkî bajarokî Şedadî yê ku dikeve başurê bajarê Hesekê kirin ku di encam de serkirdeyekî pilebilind ya rêxistina DAIŞê yê bi navê Ebu Qeaqaa hat kuştin

 Li gor hin jêderan ku Ebu Qeaqaa roleke wî ya mezin di bûyera revandina Aşûriyan de di dema ku çekdarên DAIŞê êrîşî gundên Xabûr yên ku piraniya wan Aşûrîne kirin, ku di wê bûyerê de bi sedan zarok , jin û mêr revandin û ta niha çarenivîsa bi dehan ji wan ne diyare .

Nalîn Hesen

10:23:58