Di teqîna Hesekê de birîndar û şehîd hene!

Di teqîna Hesekê de birîndar û şehîd hene!

Rojava News: Îro sibehî  li bajarê Hesekê li ser  rêya Mişêrfa otomobîleke bombarkirî teqiya û  gelek birîndar û şehîdek heye.

 

Demjimêr derdora   11:10 xulekê  vê sibehê  li bakurê rojavayê Hesekê otomobîleke bombarkirî  li ber baregeke PYDê teqiya, li gor zanyariyên destpê kê 24 kes ji welatiyên sivil û endamên PYDê birîndar bûne û kesek jî şehîd ketiye.

 

Li gor agahiyên jêderekî  ji Hesekî Ji Rojava News re gotiye;   Teqîn li ber dergehê navenda Pêwendiyên Giştî yên YPGê ya li ser rêya Mişêrfa rû daye.

 

Tê zanîn duhî jî  2 teqînan  bajarê Hesekê hejandin bêtirî 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Ew teqîn jî bi rêya otomobîleke bombarkirî bû û di rêbendeke hêzên asayişê de çêbû.

  

Sinem Bakir

12:54:42