RojavaNews :Balafirên hevpeymanan pêgehên DAIŞê Li gundewarên bajarê hesekê yê rojavayê kurdistanê bombebarankirin.
Rawangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragihand, duh balafirên hevpeymanan devera Arîşa li gundewarê Hesekê yê başûr bombebarankirin.
Li gorî rawangeha navborî, di encama wê bombebaranê de ziyanek madî mezin gihiştiya rêxistina navborî, lê di derbarê ziyanên canî de ti agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.
Tê zanîn ku roja Pêncşemê derengê şevê, balafirên hevpeymanan hin pêgehên rêxistina DAIŞê li navçeya ElMeylebiyê bombebarankirin û agirekî mezin bi wê navçeyê ket bê ku ziyanên wan operasyonan bê zanîn.
Nalîn Hesen
