Afrîn: Gundî ji ber tirsa El Nusra newêrin biçin nav zeviyê xwe

Afrîn: Gundî ji ber tirsa El Nusra newêrin biçin nav zeviyê xwe

Rojava News: Gundiyê Derbalûtê yê bi ser navçeya Cindirîsê ya Efrînê  ji ber metirsiya Rêxistina terorîstî El Nusra yê ne Karin biçin nav zeviyê xwe û berhemên zeytûnên xwe hilberînin.

 

Li gor zanyariyên Rojava News:  Gundiye Dêrbalût dema bixwazin herin nav zeviyê xwe rastî gulebarana rêxistina tundrew ya El Nusra tên, û ji tirsa naçin, lê belê li gor heman zanyariyan penaberê kempa Etmê tên û zeytûnan hildiberînin, ji bo xwe difroşin.

 

Berî niha jî bi sed donûman  zeviyê zeytûnan hatibun şewitandin.

 

 

10:21:08