Rojava News: Di buyera kemyonê dema 71 kes li Nemsayê xeniqîn de, 20 kesê kurdin û termê 4 kesa ji wan gihan herêmê.
Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand: ji wa 71 kesên ku di nava barhilgira li Nemsa yê de xeniqîn 20 hebûn û termê 4 kesa bi rê balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê tînin herêma Kurdistanê.
Rêvebirê Ragehandina Polîsên Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm jî ragehand ku doh êvarê termê 4 ciwanên xelkê bajarê Silêmaniyê gehiştine Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.
Navê her kesên Kurd yê di buyerê de xeniqîn evin: İbrahim Xesen, Aso Abdulkerim, Mihammed Qadir, Azad Ahmed, Sait Mistefa, Şewan Hiseyn, Zerdeşt Brahim, Abdulxalik Brahîm, Eliin Kalî, Eelend Kalî, êriş Alî ye.
Herweha balkişand ser wê yekê ku dê termê her 20 kurdên dinê jî bi çend qonaxan vegerînin Kurdistanê.


