Birîmo: Barzanî dixwze Pêşmerge derbasî Kurdistana Sûriyê bike

Birîmo: Barzanî dixwze Pêşmerge derbasî Kurdistana Sûriyê bike

RojavaNews :Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-Sê got ku hewldan ji aliyê serok Barzanî tê kirin ku Pêşmerge derbasî Kurdistana Sûriyê bibin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK-S Nûrî Brîmo jî ji BasNûçe re li ser mijara derbasbûna Pêşmergeyan got: "Li gor zanyariyên me civîna di navbera serok Barzanî û Salih Mislim de ji bo derbasbûna Pêşmergeyan birêveçû. Em wisa dizanin ku serok Mesûd Barzanî ji bo vê meseleyê di nava hewldanan de ye. Hewl hene ku Pêşmerge vegerin Rojava.”

Nûrî Birîmo diyar kir ku zêdetirî 7 hezar Pêşmergeyên Rojava ji hêla Herêma Kurdistanê hatine perwerdekirin û ew li hember DAIŞê niha  şer dikin.

Her wiha Nûrî Birîmo, li ser helwesta PYDê ji derbasbûna Pêşmergere jî rawestiya û eşkere kir ku PYD nerazî ye ku Pêşmerge derbasî Rojavaayê Kurdistanê bibin.

Birîmo Peymana Hewlêr û Duhokê jî bi bîr xist û da zanîn ku Barzanî ji bo hemahengî û yekgirtina partiyên Rojava hewl daye, lê belê PYD ji vê yekê dûr ketiye.

11:45:09