Kemal Kerkûkî: Bo gehiştin bi mafên rewa, PDK piştgiriya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike

Kemal Kerkûkî: Bo gehiştin bi mafên rewa, PDK piştgiriya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike

RojavaNews : Her wek çawa Barzaniyê Nemir ji bo piştgiriya Komara Kurdistanê çûbç Mehabada Rojhilatê Kurdistanê û heta henaseya dawî ya komarê mabû, niha jî bi heman baweriya bihêz bi yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî, hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî hemû hewlek dan da ku Pêşmerge bo Kobanê bên şandin û hevşanê şervanên YPG, DAIŞê bişkênin.

Endamê polîtbîroya PDK Kemal Kerkûkî di gotarekê de li şeşemîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) got ku, ez niha dibînim ku Rojavayê Kurdistanê jî çawa jib o bidestxistina mafên xwe têkoşînê dike û bi dengê bilind dibêjin, divê gelê me mafê serxwebûnê biest bixe û biryar bide.. Li Bakûrê Kurdistanê jî em piştgiriya temam a gelê Kurd dikin bo bidestxistina hemû mafên xwe. Helbet em daxwaz dikin ku alî ji bo bidestxistina mafên rewa bi awayê xebata medenî, vegerin ser mêza danûstandinê.

Li Başûrê Kurdistanê jî, Serok Barzanî daxwaz kiriye ku zemîneya yasayî bo referandûmê bê peydakirin, dûr û nêzîk dizanin ku helwestên Serok Barzanî li pênav yekrêziyê ye li her çar aliyên Kurdistanê û gehiştin bi mafê çarenivîsî ye.

Kerkûkê ragehand jî ku, wek çawa Barzaniyê nemir piştgiriya Komara Kurdistanê kiriye, niha jî serkirdayetiya PDK piştgiriya hêzên Rojava dike, ji bo gehiştin bi mafên xwe. Şandina Hêzên Pêşmerge jî bo Kobanê, baweriya temam a Serok Barzanî bo alîkariya tevaya birayan li her parçeyeke Kurdistanê diyar dike.