Qamişlo.. bi helkefta roja cîhanî ya aştiyê Komela Comerd ahingek lidarxist

Qamişlo.. bi helkefta roja cîhanî ya aştiyê Komela Comerd ahingek lidarxist

RojavaNews :Duh,bi helkefta roja cîhanî ya aştiyê, Komela Comerd ya xêrxwazî ahingek bi mebesta dilxweşkirina zarokan li hola Melekî li bajarê Qamişlo lidarxist

Hemrîn Haco ku rojnemavanek ji bajarê Qamişlo ye ji RojavaNews re ragihand ku: "bi helkefta roja cîhanî ya aştiyê û ji bo dilxweşkirina zarokan ahingek ji aliyê Komela Comerd ya xêrxwazî hate lidarxistin, û ahing bi kêlîkek  bê  deng  li  ser  canê  Şehîdan  dest pê kir  û piştre  gelek  gotin ji aliyên rêxistinên amadebûyê hatin  gotin." 

Haco lêzêde kir û got ku dû hunermedên kurd yên bi navê Şerîf Omarî û Civan Reşko amadebûn û gelek kêf derbasî dilê zarokan bi riya sitranên xwe kirin, û di dawî de xelat li ser zarokan hatin belavkirin.

Hunermend Şerîf Omarî jî di lêdwenekî taybet ji RojavaNews re got ":ku ewê di rojên bê de çalakiyên ji vî curî bihtir bikin, dago azaran li ser miletên rojavayê Kurdistanê kêm bikin".

Nalîn Hesen

11:56:23