6:26:00 PM
RojavaNews : Du teqînan bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê hejandin 21 . 9 . 2015.
Jêderekî ji RojavaNews re ragihand ku îro piştî nîvro Du teqînan bajarê Serê Kaniyê hejandin û ji ber girtina Asaiyşa PYD ê ji hemû riyan re tu agahî li ser hijmara qurbaniyan nehatiya bi dest xistin.
Her weha wî jêderî got ku teqîna yekê li nêzîkî hola sefîr ya şahiyan ya ku yek kîlomitrê başûrê bajarê serê Kaniyê ye û teqîna din jî li nêzîkî hola Emîn ya wî bajarî hatbû encamdan û herdû teqîn jî bi riya otombîlên bombe kirî bûn.
Afiya Hacî
