Kerkokî serdana ofîca PDK-Sê li Dêrikê kir

Kerkokî serdana ofîca PDK-Sê li Dêrikê kir

RojavaNews :Duh, endamê ofîca siyasî Ya partiya Demoqrata Kurdistanî seredana navenda partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriyê li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê Kir

Endamekî PDK-Sê ji Rojava News re ragihand:ku duh her yek ji Kemal Kerkokî endamê ofîca siyasî Ya PDK ,Serbest Lezgîn endamê komîteya navendî ya PDK û şanda li gel wan serdana navenda PDK-Sê li bajarê Dêrikê kirin.

Ew endamê PDK-Sê lêzêde kir û got ku ":ew şanda PDK ji aliyê endamên komîteya navendî ya PDK-Sê li wî bajarî hatin pêşwazîkirin û piştre Kerkokî gotinek li pêşiya navenda PDK-Sê pêşkêşkir û di heyama wê dîtinê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistana Sûriyê hate kirin".

Nalîn Hesen

12:49:18