Serê kaniyê.. welatiyekî bi guleyên cendirmeyên Tûrikiyê jiyana xwe ji dest

Serê kaniyê.. welatiyekî bi guleyên cendirmeyên Tûrikiyê jiyana xwe ji dest

RojavaNews :Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de welatiyekî kurd bi guleyên cendirmeyên Tûrikiyê şehîd bû.

Li gorî zanyariyên RojavaNews ku roja dûşemê, welatiyê kurd yê bi navê Ebdalle Saîd di dema ku dixwest ji bakurê kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistanê cendirmeyên Tûrikiyê ew girtin û îşkenca kirin û piştir gule berdanê ku di encam de jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn ku ji destipêka kirîza Sûriyê û ji ber girtina dergehên fermî di navbera Sûriyê û Tûrikiyê de welatî neçar dibin bi rengê ne yasayî derbasî Bakurî Kurdistanê bibin û rastî guleyên cendirmeyên Tûrikiyê tên ku di encam de bi dehan birîndar dibin û bi dehan kesên din jî jyana xwe ji dest didin ku piraniya wan ciwanên Kurdin.

Nalîn Hesen

08:35:49