Rêjîma Esed biryar da ku dibistanên seratayî li parêzgeha Hesekê bigre

Rêjîma Esed biryar da ku dibistanên seratayî li parêzgeha Hesekê bigre

RojavaNews : birêveberiya perwerdeyê ya bi ser rêjîma Esed ve li parêzgeha Hesekê biryarek nû di derbarê dibistanên ku rêbazên pyd lê têne xwendin, derxist.

Jêderkî taybet ji Rojava News re ragihand ku biêveberiya perwerdeyê ya bi ser rêjîma Esed ve li parêzgeha Hesekê biryarek nû derxist, û têde hatiya ku ewê dê hemo dibistanên seratayî li Qamişlo yên ku rêbazên xwendinê yên PYD lê têne xwendin, bi girtin bidin.

Li herdû deverên Efrîn û Cizîrê yên rojavayê kurdistanê sala nû ya xwendinê dest pê kiriye, lê beşek ji kurdên wan deveran ji syaseta xwendin û perwerdeyê ya rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve nerazîne ji ber ku di pirtuk û pirograma xwendinê de felsefeya rêberê PKKê EbdAllA Ocalan hatiye bicihkirin herweha beşek ji mamostayan jî nizanin wan rêbazên xwendinê bi xwendin bidin.

Nalîn Hesen

13:21:38