Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, wî bi ti awayî daxwaz nekiriye ku di kusiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de bimîne û got: Ez hêvî dikim ku mijara man û nemana min tevlî mekanîzma hilbijartina serok û desthialtê wî neyê kirin, ji ber ku du mijarên ji hev cuda ne.
Îro 23ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Qurbanê peyamek belav kir.
Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyama xwe de bi boneya hatina cejna Qurbanî pîrozbayî bli xelkê Kurdistanê û hemû musilmanên Iraqê û cîhanê dike.
Mesûd Barzanî herwiha pîrozbayî li malabata şehîdan dike û dibêje: “Ez pîrozbayî li malabtên serbilindên şehîdan dikim ku bi xwîna xortên xwe dara zadî û niştîman parastin û pîrozbayî li tek bi tekê hemû wan pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişê dikim ku bi qehremanî bergirî li ax û gelê Kurdistanê dikin û bûne çepereke pêlayîn bo bergirîkirin li hemû mirovatiyê jî.”
Barzanî herwiha pîrozbayî li hemû heciyên kurdistanî yên mala xwedê dike û hêvî dike ku xwedayê mezin îbadetên wna qebûl bike.
Barzanî herwiha di peyama xwe de hêvî dike ku ev cejn bibe sedema têkşikandina yekcarekî ya çekdarên DAIŞê û hemû koçber û aware bikaribin vegerin bajar û malên xwe.
Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de radigighîn e ku bi pêwîst dizane careke din derbarê wê kirîza siyasî ya ku li Başûrê Kurdistanê heye, biaxive.
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de ragihand: “Di demekê de ku gelê me di qonaxeke hesas de derbas dibe û li berdem derfet û gefeke mezin de ye, ti pêwîst nebû ku bi vî awayî serederî ligel pirsa serokatiya bê kirin û kar bo kûrkirina kirîzê û têkdana asûdeyiya xelkê were kirin.”
Mesûd Barzanî di vê peyamê de radigihîne: “Di vê pirsê de ewa ku li ser milê min bû min encam da. Berî ku dema yasayî ya Serokê Herêma Kurdistanê temam be, min daxwaza hilbijartina kir û min erkê yasayî ya xwe anî cih, lê belê hilbijartina nehat kirin.”
Barzanî di dirêjiya peyama xwe de wiha dibêje:
“Pêştir min çend caran daxawz ji partiyan û parlamentoyê kir ku vê mijarê yekalî bikin, lê belê dîsan bê encam bû. Bi ti a wayekê jî min daxawz nekiriye ku ez di vê kursiyê de bimînim. Hemû cure nerînekê jî red dikim ku dibêjin min alternatîv nîne.”
Barzanî behsa wê çendê jî dike ku ew ji ber berdewambûna wê rewşa niha dilgiran e û tekez dike ku mafê xelkê Kurdistanê ye ku bêzar bibin û gazindan bikin û radigihîne: “Bi taybet ku kirîzên kûr berê xwe dane Kurdistanê, arîşeyên ligel Bexdayê, kirîza aborî, kêmbûna buhayê petrolê, hatina hejmareke zêde ya koçberan û di serî de jî şerê li dijî terorîstên DAIŞê hene, dibû ku partî û parlamento bi liberçavgirtina wan mijaran bi şêweyeke guncawtir li ser vê pirsê biaxivtiban û berî roja 23ê Hezîrana îsal derfeta çareserkirina arîşeyan jî zêde bûn.”
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza dike ku eger civînên 5 alî negihîştin ti encamekê, hemû partî li hev bicivin û çareserî wê kirîzê bikin û dibêje: “Derbarê wê kirîzê jî dûr ji hemû sozdariyekê û bertekekê ez daxwaza ji hemû partiyan dikim, ewên ku beşdarî parlamentoyê ne û hemû ew partiyên ku muhlet hene, eger civînên 5 alî di demek kurt de negihîştin ti encamekê, bicivin û bi başî hizir ji vedîtina çareserekê rastî bikin ku kirîzan kûrtir nekin û bi atybetî jî arîşe di şeêr li dijî DAIŞê de çê nebe.”
Barzanî derbarê serweriya yasayê û rêzgirtina ji wê prensîpê de jî got: “Ez bi başî ji serweriya yasayê têdigihîjim û gerek ji hemû kesekî zêdetir rêz ji yasayê bigrim.”
Barzanî di beşeke din a vê peyama xwe de daxwazekê di partiyên Başûrê Kurdistanê dike û dibêje: “Êdî man û nemana min tevlî mekanîzma hilbijartina serok û desthilatên serok neyê kirin, ji ber ku du mijarên ji hev cuda ne.”
Barzanî bang li hemû partiyan dike û dibêje: “Ez daxwaza dikim ku hemû partî biryar li ser wê bidin ku berî sala 2017an desthilat û mekanîzma hilbijartina serok di destûr de yekalî bibe û biryara dawî ji gel re be.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaza dike: “Bo vê heyamê û bo serokatiya çawan bi baş dizanin, bila biryarê li ser bidin. Biryar bi her awayekê be, çi berdewambûna min be li ser erkên min heya hilbijartina yan jî li ser birêzekî din lihev bikin da ku emaneta serokatiya radestî wî bikim da ku êdî xelkê Kurdistanê bi vê miajrê ve mijûl nebin û newestin.”
Mesûd Barzanî bi vî awayî peyama xwe berdewam kir:
“Niha jî Kurdistanê pêwîstî bi hewla hamû aliyekê ye ku em bi zanebûn û bi rihekê pêşmergane kar bo bikin bi taybet ku di vê qonaxa hesas de egera ji nû ve xêzkirina nexşeya herêmê heye.
Ez hêvîdarim hemû aliyek gelek bi hişyarî ve reftar ligel wê qonaxê bikin. Xweragiriya pêşmerge mezintirîn dastan û şîroka serkevtinê ji hemû cîhanê re li hember terorê tomar kiriye.
Xweragiriya pêşmerge û xweragiriya gelê me serbilindiyek mezin bexşiye me û derfetên mezin jî ji me re berdest kirine. Pêşmerge li ser asta cîhanê bûye sembola bergirîkirin li nirxên mirovatî û azadiyê û DAIŞ jî bûye sembola tawan û şeraretê û gerek hemû partî wê derfetê nas bikin û bo berjewendiya gelê me mifayê jê werbigrin.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha sipasiya xelkê Kurdistanê dike ku xweragir bûne û arîş û kirîzên wê heyamê tehemûl kirine. Mesûd Barzanî dibêje, rast e ku kirîz hene, lê belê hêvî jî heye.
Barzanî behsa rewşa xortên Kurdistanê û mijara koçberbûna wan jî kir û ragihand ku daxwazên xortan mafê rewa yê wan e, lê belê di her rewşekê de himbêza niştêman germtir e û welat jî şîrîntir e.
Mesûd Barzanî amaje bi hatin asedan xortên xwebexş ji derveyê welat û beşdarbûna wan di refên pêşmerge û şerê bergirî ji axa Kurdistanê dike û dibêje ku wan dest ji hemû xweşiyên xwe berdan û bo gorîkirina cane xwe hatin welat.
Serokê herêma Kurdistanê herwiha daxwaza di xortan dike ku koçber nebin û welatê xwe bi cih nehêlin. Mesûd Barzanî di vê bareyê de wiha dibêje:
Ez daxwaza ji xortên xweşdivî dikim ji cihê ku hizir ji bicihhiştina welat bikin, hêviya wan bilind be. Kirîz kûr in, lê belê çareserî jî hene. Gerek em hemû alî bi hev re hizir li nehiştina sedema arîşeyan bikin û di serê hemûyan de jî ew yek erkê hikûmeta û parlamento û partiyan e.
Derbarê encamdana reforman li Başûrê Kurdistanê de jî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand:
Reform proseyeke pêwîst e û yek ji bingehên sereke yên zîndûbûna civakê, sîstemê û pêşkevtina welat e. Ew reformên ku me berî çend salan dest pê kiribûn pêwîst e wein çalakkirin û berfirehkirin û gerek karek ciddî û pratîk jê re bê kirin. Ez teke zli wê yekê jî dikim ku nabe ti kirîzek bibe rêgir li berem mafên gelê me û biryardan li ser çarenivîsa xwe.
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi erkê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê dike û dibêje: Erkê sereke yê min jî mafê çarenivîsa xelkê Kurdistanê û nehiştina metirsiya DAIŞê li ser Kurdistanê ye.
Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe de xelkê Kurdistanê dilhêsayî dike li her şiqas ew qonaxa niha dijwar e, lê belê bi îradeya gelê Kurdistanê û alîakriya xwedê, ew dê wê qonaxê derbas bikin.
11:46:12
