Qamişlo.. PYD êrîşî dibistanan kir û rêbazên xwe yên xwendinê belav kir

Qamişlo.. PYD êrîşî dibistanan kir û rêbazên xwe yên xwendinê belav kir

RojavaNews :Duh li bajarê Qamişlo asayişa bi ser partiya yekîtiya demoqratik PYD êrîşî dibistanan kir û rêbazên xwe yên xwendinê belav kir.

Li gorî zanyariyên hatine bidest xistin, ku Duh roja dûşemê, li bajarê Qamişlo, asayişa bi ser partiya yekîtiya demoqratik PYD êrîş bir li ser dibistanên seratarî yên ku ji aliyê wezareta perwerdiya Rêjîma Esed ve hatibûn girtin, û dergehên wan dibistanan vekirin û rêbazên xwe li ser wan belavkirin.

Li gorî heman zanyariyan, ku asayişa navborî tenê mamosteyên bi ser partiya wan ve qebûlkirin, û xwendevanên pola 1 ta 3 hatin qebûl kirin lê yên pola 4 ta 6 seratarî li wan dibistanan ne hatin qebol kirin ji ber ku rêbazên xwendinê yên PYD wan pola na hewîne. 

Tê zanîn ku dibistanên li taxên Eraban û xiristiyanan li Qamişlo bi rengekî fermî sala xwendunê destpê kir û rêbazên rêjîma Esed li wan dibistanan hatin belavkiri bê ku tu astengî ji aliyê PYD li pêşiya wan derkevin.

Nalîn Hesen