RojavaNews :Hevpeymaniya navdewletî ragihand ,ku wan gavên baş û pêşketinek mezin di şerê xwe li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê û Iraqê bidest xistiye û hêzên pêşmergeyên Kurdistanê roleke gelek mezin di wan pêşketinan lîstine .
Hevpeymaniya navdewletî duh, di raporteke xwe de opersyonên xwe yên di heyama salekê de li dijî DAIŞê li bîr anî ,û tekezî li ser berdewambûna operasyonan li dijî DAIŞê ta demeka dirêj kir.
Herweha Hevpeymaniya navdewletî ragihand, ku DAIŞê beriya salekê pêşketinek mezin di nava xaka Îraqê bidest xistibû û bibû gefek li ser Hewlêrê, lê ji wê demê ta niha Hevpeymaniya navdewletî bi sitratîciyeke baş tevgera rêxistina DAIŞê li Sûriyê û Îraqê qels kir.
Hevpeymaniya navdewletî di wê raportê de eşker kir, ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê roleke mezin di şerê li dijî DAIŞê lîstine.
Nalîn Hesen
