Rojava News: Li Amûdê Radiyoyek teybet bi jina û bi navê “Jîn FM” dest bi weşanaxwe kir.
Doh 12 10 2015 Radyoya Jîn li Amûdê li ser pêla 104 dest bi weşana xwe kir, gundêwarê deverê jî dikarin vê weşanê guhdarbikin.
Li gor hatiye zanîn eva nêzîkî salekeyê ji bo weşana radyo dest bi perwerde û amadekirina karmendan hatibû kirin.
Li gor zanyariyên gihanê Radyo Rojava News: Radyoya Jîn dohî bi 10 karmendên xwe yê hemû keç û jin dest bi weşanê kirin. Radyo Jîn niha ji 12:00 ta 04 weşana xwe dikê lê belê bi ermancin ku wê weşanê bikin 24 demjimêr ji bo vê jî 8 karmendên din ji bo bernameyê cuda cuda perwerde dikin.
Li gor hatiye zanîn bi weşana bernameyê radyo ermanc dikin kû bêtirî xwe xizmet bidin pirsgirêkên jinan û yên komelgehê.
Sinem Bakir
10:05:55
